KURDISTAN LI KU YE?

Kurdistan ew herêm e ku niştecihên wê Kurd in û lê çand, ziman û nasnameya neteweyî ya Kurdan ji mêj ve şîn bûye. Bi ya dîrokzanan, navê Kurdistanê cara pêşîn bi awayekî fermî di qurneya 12an de ji aliyê hukumdarê Selçûkiyan Sultan Sancar ve hatiye bikaranîn. Hukumdar Sancar herêma Hamadan a Îrana îroyîn feth kiriye û li wê deverê herêmeke bi navê Kurdistan ava kiriye ku serbajarê wê Bahar bû. Kurdistana îro, hatiye çar-perçekirin: Rojhilat û Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê (Kurdistana Bakur), Bakurê Îraqê (Kurdistana Başûr), Bakurê Rojhilata Îranê (Kurdistana Rojhilat), Bakurê Sûrîyeyê (Başûrê Piçûk an jî Kurdistana Rojava) û her weha herêmeke piçûk li Karabaxa Çiyayî ku bûye sedema pevçûna di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê.

Perçebûna Kurdistanê di encama du bûyerên Dîrokî de pêk hat. Di qurneya 16an de herêma Kurdan di navbera Safewî û Osmaniyan da hat parkirin. Paşê di qurneya 20an de, piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî ya di encama Şerê Yekemîn a Cihanê de, dewletên hevgirtî hewl dan ku li ser axa Împaratoriya Osmanî çendîn dewletan damzirînin. Bi ya Peymana Sevrê ku tu car nehat erêkirin, Kurdistan jî dê yek ji wan welatan bibûna. Lê belê, ji ber dagirkirina van herêman a ji aliyê Tirkan û hin sedemên hin dewletên hevgirtî Peymana Lozanê qebûlkirin ku tixûbên îroyîn ên Tirkeyê pê hatin diyarkirin. Kurd bi vê peymanê ji mafê diyarkiria çarenûsa xwe bêpar hatin hiştin. Perçeyên din ên Kurdistanê li Îraq û Suriyeyê jî ketin bi mandaya Brîtanya û Fransayê.

Paşê Kurdan daxwazên xwe yên dewleteke serbixwe bilind kir. Di sala 1946an de Komara Mehabadê ya nav sînorê Îranê, ji aliyê serokê Kurd Qazî Muhammed ve hate ragihandin. Pir neçû di heman salê de hêzên Îranê desthilatdariya herêmê bi dest xist û Qazî Muhammed di 31ê Adara 1947an de hate darvekirin.

 Îro ew parçeya Kurdistanê ku xwe bi xwe bi rê ve dibe Kurdistana Başûr e, li Iraqa Federal, ku herêma Kurdan di sala 1991ê de piştî şerê Kendavê nîv-xweser bibû. Ev herêm ji sala 2005an û vir ve bi Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê xwe bi xwe bi rê ve dibe. Lê belê, piraniya perçeyên Kurdistanê hîna jî li jêr desthilatdariya welatên wekî Tirkiye, Iran û Sûriyeyê de ye.

KURD KÎ NE?

Bi 40 mîlyon gelheye xwe gelê Kurd koma herî mezin a nîjadî ye ku ne xwedî netewe-dewletek e. Kurd ne tenê li Kurdistanê lê her weha li herêmên din ên Tirkiye, Îran, Îraq û Suriyeyê û her weha li Ermenîstan, Gurcistan, Îsraîl, Azerbaycan, Rûsya, Lubnan û li gelek welatên cur bi cur ên Ewrûpa, Amerîkaya Bakur û Awistralyayê dijîn.

Zimanê Kurdî, zimanekî Hîndî-Ewrûpî ye û endamê beşa Bakurê Rojava ya koma zimanên Îranî ye. Çend heb zaravayên zimanê Kurdî hene: Kurdên li Tirkiyeyê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî, Kurdên li Îraqê Soranî, Kurmancî (Bahdînî) û Hewramî dipeyivin. Piraniya Kurdan duzimanî yan zêdezimanî ne ku digel Kurdî Erebî, Farsî û Tirkî jî dizanin. Zimanê dewletên serdest bi zorê li Kurdan hatin spartin û hîna jî qedexe ye ku Kurd zimanê xwe bi kar bînin. Kurdên Cihû û Mesîhî (ku ji Asûriyan cihê ne) zimanê Aramî wekî zimanê yekem bi kar tînin.

Piraniya Kurdan Musulmanên Sunnî ne û endamê mezheba Şafi’î ne. Her weha Kurdên Shi’î hene ku piranî li parêzgehên Îlam û Kirmanşanê ya bi ser Îranê  û li naverast û Rojhilata Îraqê (Kurdên Feylî) dijîn. Kurdên Elewî jî piranî li Tirkiyeyê dijîn. Kurdên din jî bawermendên Êzdî, Ehlê Heq û mesîhî û cihû ne.

Advertisements