Ez gelek kêfxweş im ku ew derfet ji aliyê Leitrim County Council ve ji min re hat dayîn ku bernameya yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Komara Îrlanda’yê bi rê ve bibim. Dildariya min a ji bo sînemayê û daxwaza min a pêşdebirin û nîşandana fîlmên Kurdî li her deverê ku dikarim li aliyekî, ev festîvala sê-rojî ji bo şanaziya Kurdan ku li Carrick on Shannon dijîn xwedî wateyeke girîng e.

Kurd li cihanê neteweya herî mezin in ku xwedî netewe dewletek nîn e. Em li jêr dagirkeriya Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye’yê de dijîn û piraniya Kurdan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin. Her çend 20 milyon Kurd li Tirkiye’yê dijîn jî ew hîna xwedî festîvaleke fîlmên Kurdî nîn in û di sedsala 21’ê de berhemên fîlmsazên Kurd hîna jî tûşî qedexe û astengiyan dibin. Çêkirina fîlmekê li aliyekî berdin, axaftina bi Kurdî jî li Sûriye’yê sûceke mezin e. Her weha fîlmsazên Kurd ên li Îran’ê da ku serî bi sansura karbidestan derxin divê bibin xwedî qabiliyeteke taybet, yan na nikarin li welêt bijîn. Ji ber van sedeman festîvaleke li bajarekî weha piçûk ê wekî Carrick on Shannon ji bo Kurdan û fîlmsazên Kurd xwedî taybetmendiyeke cihê ye.

Berî ku ez bernameya vê festîvalê saz bikim min derfet çêbû ku seredana hin Kurdên ku li Carrick Shannon dijîn bikim û fikr û hêviyên wan ên sebaret bi vê festîvalê guhdarî bikim. Vê yekê di dema amadekirina bernameyê de gelek alîkariya min kir. Kurdên ku li Carrick on Shannon dijîn hemû penaber in û di çarçoveya Bernameya Bicihkirina Penaberan a Hukûmeta Îrlandî de li vê derê hatine bicihkirin. Ji bo min ne suprîz bû ku piraniya Kurd’ên vê derê dixwestin ku serpêhatiya xwe ji civaka Îrlandî re bibêjin û xweşbînî, rêzdariya dualî û têgihiştina çandî ya civaka Îrlandî li beranber Kurdan pêş de bibin. Ez bi xwe riyeke ji sînema çêtir nizanim ku pê vê hêviya Kurdan bi cih bînim. Ez nikarim bêjim ku ev festîval dê mercên Kurdan yan jî têgihiştina Îrlandiyan a penaber û koçberan biguherîne lê hêvîdar im ku ev festîval dê alîkariya têgihiştineke çêtir bike di navbera civatên li Carrick on Shanon. Her weha hêvî dikim ku ne-Kurd jî tamê ji van filmên hêja bistînin ku pê dilê wan germ be û bêhtir agahdar bin sebaret bi cîran, hevkar û hevdibistanên xwe yên Kurd zanibin.

Di bernameyê de derhênerên ji her aliyê Kurdistanê cih digirin. Derhêner Miraz Bêzar ê Kurdekî ciwan, ku li Berlîn’ê dijî lê bi eslê xwe ji Kurdistana Bakur e, dê bernameya festîvalê bi fîlma xwe ya bi navê Min Dît- Zarokên Amed’ê veke ku ev fîlm hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin. Ev fîlm li ser çîrokekê ye ku me dibe Tirkiye ya salên 90’î, dema herî geş a şerê di navbera artêşa Tirk û berxwedana Kurdan. Ev şer hîna jî didome ku tê de gelek kes dihên kuştin û bi hezaran kes dibin penaber, li gelek deverên cihanê belav dibin.

Enfal navê nîjadkujiya li dij Kurdan a li Başûrê Kurdistan’ê ye ku ji aliyê rejîma berê ya Îraqê Sedam Husên ve di navbera salên 1986- 1989’an de hat birêvebirin. Ji ber Enfalê jiyana bi sedan hezar Kurdan hat wêrankirin û ew naçar man ku di ax û warên xwe birevin. Fîlma bi navê Pisepisa bi Bayê re ku ji aliyê Wezareta Çandî ya Hukûmeta Herêmî ya Kurdistan’ê ve hatiye çêkirin û Şaram Alidî derhêneriya wê kiriye ji me re bûyerên dema Enfalê vedibêje.

Fîlma bedew a bi navê Welcome ku ji aliyê derhênerê navdar ê Frensî Philippe Lioret ve hatiye çêkirin, ji me re çîroka penaberekî Kurd vedibêje û rexne li siyaseta koçberiyê ya Fransa’yê her weha li ya Ewrûpa’yê bi giştî digire.

Di naveroka bernameyê de sê belgefîlm hene ku dê alîkariya temaşevanan bikin da ku têbigihîjin ka ew bi dehan salan in ku çi tên serê Kurdan.

Fîlma bi navê Kurdî ku ji aliyê Doug Aubrey û Perî Îbrahîm va hatiye çêkirin çîrokeke rast vedibêje û mirovan dibe geşteke dîrokî ya bûyerên siyasî yên li Kurdistanê ji sala 80’ê û vir ve.

Hevdem, fîlma Yuksel Yavuz a bi navê Ji Nêz ve Kurdistan geşteke takekesî bi kar tîne da ku rewşa siyasî ya Kurdistanê ji çavên derhênerekî Kurd ê ku li Ewrûpa’yê dijî nîşan bide.

Derhêner Mano Xelîl ê ji Başûrê Piçûk ku niha li Swîsreyê dijî di belgefîlma xwe ya bi navê David ê Tolhildan çîrokeke takekesî yê rast vedibêje ku tê de nirxên wekî rêzdarî, hasiyeta mirovan, piştgirî, azadî û şîddet pirsiyar dike.

Hişam Zaman hîna zarokek bû dema ku wî di dema Enfalê de bajarê Kerkukê bi cih hişt û digel malbata xwe koçberî Norwecê bû. Di bernameyekê de em dê sê fîlmên wî yên sebaret bi koçberiyê: Bawke, Welatê Zivistanê û Ên din nîşan bidin. Di vê bernameyê de du bernameyên kurtefîlman hene ku tê de 12 kurtfîlmên Kurdî werin nîşandan. Bernameya Kurtefîlm 1 ji aliyê CCS ve di nav wan fîlman hatin hilbijartin ku min pêşniyar kiribûn. Di beşa duyem a bernameyê de fîlmên ku min bi xwe hibijartine werin nîşandan ku piraniya van fîlman sebaret bi pirsgirêkên jinan in di civaka Kurdî de û her weha koçberî.

Ji ber tengasiya dem û debarê tu car neguncan e ku bi qasî ku hûn dixwazin fîlm bê nîşandan lê belê hêvîdar im ku hunê bernameya me wekî destpêkeke baş a festîvala Fîlmên Kurdî li Îrlandayê bibînin.

Gelên Îrlandî û Kurd xwedî serpêhatiyên siyasî û dîrokî yên gelek nêzî hev in û serkeftina gelê Îrlandî ji hêla Kurdan ve her tim tê pesndanê. Ji ber vê derfetê dixwazim careke din spasiya Leitrim County Council bikim. Wekî ku derhênerê Afrîkî Ousmane Sembene gotibû “ Çîrokên ku em vedibêjin ne ji bo tolhildanê ne lê belê ji bo wê ye ku em li cihanê cihê xwe bibînin.” Hêvîdar im ev festîval dê alîkariya vê mebestê bike.

Mustafa Gundogdu

Rêvebir